Türkische Übersetung

Resûl û Rêwîtiya wî yî dûdirêj ya berve Îsa

Girtîxane, Kitêba Pîroz û hezkirina bawermendên rasteqîn, çawa jiyana mirovekî diguherînin?

Ez berî 30 salî hatim Germenîstanê. Ji ber ku min li rasteqîniyê digeriya, ez bi vê ramanê çûm dêrê: Xwedayê ola ku min pê baweriyê anîbû, tu carî nebûye afirkirê min; ji ber ku dilê min bi vî awayî diqêriya: “Ya Xwedayê min, ma çima bona ku tu mirovên wekî din bıkujî hewcedarî minî? Tu dikarî wan hemiyan pevra bikujî.” Ev raman min xist şik û şubhê. Di meha remezanê de dilê min avê vexwarin û zewêde Kirchexwarinê dixwest. Wê gavê sekinîm û di derbarê xwe de fikirîm; “Lo lo kêmaqilo, ma tu dixwazî ji Adem û Hawa hê jî çêtir be?” Ji ber ku di bexça Adenê ya ku gellek xweşik e de, tenê emirek ji wan re hatibû dayîn. Belê, ger dayik û bavê minî pêşîn wî emirî neanîbin cih, ma minê tena xwe çawa her pênc emirê Îslamê bianiya cih; yanê şahdeyî kirin, nimêj kirin, Zikat dayîn, rojî girtin û çûyîna Hecê...?

Her wiha piştî mirina xwe nizanîbûm ka ezê biçim ku derê!
Ez, wekî mislimanekî, ji xelasbûyîna xwe ne bawer bûm. Kesên ku dema cîhadê bona Xwedê bimirin, di bihuştê de xwedî bextewariya dinyewî dibin; lê di Kuran-a Kerîm de hatiye nivîsîn ku dê hemiyên bawermend pêşiyê herin dojehê... Min vê pirsê ji xwe re dipirsî: Gelo yên ku baweriya xwe bi Mesîh re anîne an jî Mûsewî ne, di derbarê abadîniyê de xwedî hêviyek çawane? Mixabîn di wan deman de kesî ku min agahdar bike tunebû. Ez bi misilmaniya xwe, hemî Germenan wekî ku bawermendên Mesîh bin didîtim; heta min fêhm kir ku girseyek gellekî biçûk bi Xwedayê ku navê Wî di Kitêba Pîroz de derbas dibe ve baweriya xwe anîne!

Di sala 1986’an de, ez ji ber şelandinê hatim girtin. Wekî ku di Mezmûra 50’iyan, ayeta 15’an de hatiye nivîsîn, di roja xweyî tengasiyê de bangî Xwedê kirim. Di girtîgehê de Încîlek Tirkî kete destê min. Me tim ji mamosteyên xwe û alimên olî ve gotinên mîna; “Încîl hatiye guhertin û Kitêba fillehan e” bihîstibûn. Lê belê di Quran-a Kerîm de bi gotina “Bixwîne” hatiye nivîsin. Wê çaxê ji Încîla Meta ve dest pê kirim û xwendim. Di dadgehê de, di derbarê sûcê xwe de ya rast gotim û hatim darizandin. Gava neqlê min şandin girtîgehek din, hemiya Kitêba Pîroz kete destê min. Heta wê çaxê, min wusa bawer dikir ku bawermendên Mesîh, vê Încîla ku hatiye guhertin, bona xapandinê bikar tînin...

Bawermendekî Mesîhî, dema dihat girtîgehê, hezkirinek mezin nîşanî me hemiyan dida. MaGefängnis ev  çawa “xapînokî” dibû? Ew, di derbarê baweriya xwe de tiştekî zêde neaxifî; lê belê bona me çayê keland, lahmacûnê Tirkan û zeytûnê wan anî û sifreyekê damezirand (raxist). Me xwe, wekî ku em li malên xwe bin dihesibandin û me dest pê kirin û gellek pirsan ji wî pirsîn; lê belê wî qet rexneyekê li ola Îslamê nedikir.
Min ji wî re pirsa; “çima Xwedayê te li dijî neheqiyên ku li dinê ne nasekine?” pirsî. Wî gava dest pê kir û ji Kitêba Pîroz ayetekê xwend, ew ayeta Kelamê, wekî tîrekî di dilê min de çikiya: “Mesîh dilxweşiya min e!”. Min ji zarokantiya xwe ve di vê dinya bi girr û kerihînê ve tijî ye de, her tim li Dilxweşiya Xwedanî ya rasteqîn ve geriyabûm. Piştî çend rojî min neqlî cihekî din kirin. Lê belê li wir jî bawermendên Mesîhî hebûn. Di 9’ê Mijdarê ya sala 1987’an de min dilê xwe ji Mesîh re vekir û tobe kirim. Ji ber, Xwedayê Pîroz, bi navgîniya Îsa Mesîh ve berdêla gunehên min da û bi vê kirina xwe, tiştên ku ol nikare bike, kir. Bila şukurî ji Wî re be...

 

          Resul H.

Internetseite auf türkisch Internetseite auf kurdisch